Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro di çarçoveya helmeta propagandaya hilbijartin û nasandina namzedên Parlementoya Iraqê de, bi amadebûna Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî merasîmek dê pêk bîne.
lîsteya 184 a PDKê îro yekşemê merasîmeke taybet amade kiriye ji bo nasandina namzedên parêzgeha Hewlêrê.
merasîm ji bo endam û kadroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li sînorê Liqa 2 ya Hewlêrê, Liqa 16 a derdora Hewlêrê û Liqa 23 ya Mexmûrê hatiye rêkxistin.
Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî dê di merasîmê de gotarek pêşkêş bike, ku têde peyama PDKê û bernameya lîsteya 184 a PDKê ji endam û alîgirên partiya xwe re bide nasîn. Herwiha Berpirsê Encûmena Serkirdetiya PDKê yê li Hewlêrê Kakemîn Necar dê gotarek pêşkêş bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin