Dadgeha Navendî ya Tawanan a li Bexdayê cezayên "darvekirina heta mirinê û zindanîkirina heta hetayê" ji 14 jinên biyanî re bi tohmeta endambûna DIŞIê dan.
Roja pêncşemê (26-04-2018) Berdevkê Encûmena Bilind a Dadgeriyê Ebdusetar Beyreqdar di daxuyaniyekê de ragihand: “Bi tawana peywendiya wan bi rêxistina DIŞIê re heye, Dadgeha Navendî ya Tawanan li bajarê Bexdayê cezayê darvekirinê li dijî pênc jinên DIŞI yên bi eslê xwe Azerî û sê jinên DIŞI yên bi eslê xwe Daxistanî der kir.”
Herwiha Dadgeha Navendî ya Tawanan biryara cezayê zindanîkirina heta hetayê ji 3 jinên bi eslê xwe Rûsî û 2 jinên bi eslê xwe Azerî û jineke bi eslê xwe Fransî re der kir.
Dadger Ebdusetar Bayreqdar diyar kir ku "ew jinên biyanî ser bi rêxistina DIŞIê bûne û di çalakiyên tundiyê yên li dijî Hêzên Ewlehiya Iraqê de beşdarbûne û hukmên wan jî li gor madeya çar/1 a yasaya têkoşîna terorê ya Iraqê hatine derxistin".
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin