Cîgirê Serokkomarê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ji bo hilbijartinên parlamentoya wî welatî, Nûrî Malikî dibêje, Erebistana Siûdiye dixwaze bi rêya piştgîrîkirina hinek lîst û fraksyonên iraqî bi pere û medyayê encamên hilbijartinên Iraqê biguhere û tekez dike, lê belê Siûdiye şaş dike û nikare wê yekê bike.
Nûrî Malikî di hevpeyvîneke televîzyonî de ragihandiye, lênihêrîna Siûdiyê li hember Iraqê nehatiye guhertin. Wî welatî di rûxandina rejîma Sûriyê û Lubnanê de jî şikest xwariye, niha jî di wê baweriyê de ye, ku dikare Iraqê bike hevpeymanê xwe.
Malikî amaje bi destwerdanên Siûdiyê li Iraqê dike û dibêje: “Herwiha bandoreke zêde jî li ser hilbijartinan heye, bi rêya hevkarîkirina hinek fraksyonan bi pere û medyayê, lê belê şaş dike û nikare qada Iraqê derbas bike bi rêya hewlên xwe yên ji bo vekirina konsulxaneyan li bajarên Necef û Besra û vexwandina serok hozan.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin