NY û YE bo Sûriyê banga danûstandinên sîyasî dikin

daxwaza diyaloga siyasî bo çareseriyê dikin
کوردستان TV
100%

Karbidestên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtîya Ewrupa (YE) di konferansa alîkariya bo Sûrîyê de, ku li Brukselê li dar ket, banga danûstandinên sîyasî kirin.

Nûnerê Taybet yê Sûriyê yê NY’ê Staffan de Mistura û Berpirsê Peywendiyên Derve yên Yekîtiya Ewrupa YE’ê Federica Mogherini bi hev re preskonferanseke hevbeş li dar xistin.

De Mistura dîyar kir ku deskentinên leşkerî û herêmî yên çend hefteyên dawî ti çareserîyên sîyasî û guherînan çênekirine

Mogherini jî da zanîn ku divê hemî alîyên li Sûrîyê bi çavdêriya NY’ê vegerin peyvajoya sîyasî û danûstandinên rast û watedar bikin.

Welatên NY û YE’ê hewil didin ku di konferansa bo Sûriyê de nêzî 6 mîlyar dolar kom bikin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.