NY: Ji bo dubare ava kirina Sûriyê 300 milyar dolar pêwîst e

pereyeke gelek zêde bo awedan kirina Sûriyeyê lazime
کوردستان TV
100%

Nûnerê Bernameya xwerakê ya Navnetewî ya ser bi Netewên Yekbûyî (NY) ve Jacob Kern ragihand, dubare avakirina Sûriyê pêwîstiya wê bi 200-300 milyar Dolar heye.

Jacob Kern got, dubare avakirina jêrxana û bingeha Sûriyê ji xanî, kargeh û elektrîkê re, herî kêm pêwîstiya wê bi 200-300 milyar Dolar heye.

Ev daxuyaniya Nûnerê Bernameya xwerakê ya Navnetewî ya ser bi Netewên Yekbûyî ve di demekê de ye ku, naha welatên bexşende li Brûkselê kongreyeke navnetewî derbarê Sûriyê de bi rê ve dibin, ku zêdetir ji 85 welat û rêxistin tê de beşdar in.

Berî niha berpirsekî Amerîkî yê paye bilind ragihandibû, Amerîka naxwaze beşdariyê di avakirina deverên jêr destê Hikûmeta Sûriyê de bike.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.