HRRK bi dirûşma ‘Em hemû Efrînî ne' festîvala xwe ya 5emîn li Kobaniyê li dar dixe

festîvala îsal bo efrînê tê organîzekirin
کوردستان TV
100%

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi dirûşma ‘Em hemû Efrînî ne' 5emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Rojava 5ê Gulanê li Hola Newrozê ya Kobaniyê li dar dixe.

Helbestkarê kurd Abdulla Peşêw li ser Efrînê helbestek nivisî

Helbestkarê kurd û yek ji endamên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Ehmed Huseynî ji Spûtnîk Kurdistanê re derbarê 5emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Rojava axivî. Huseynî da zanîn ku festîvala ku HRRKê organîze û fînanse dike Jji salê carekê tê li dar xistin. Biryara lidarxistina festîvalê 8ê mehê li Almanya hatibû wergirtin û dê 5ê meha 5an jî li Rojava, li Kobaniyê were lidarxistin.

Ehmed Huseynî derbarê festîvalê û naveroka wê de ev agahî bi rêya Spûtnîk Kurdistanê parvekirin: "Di festîvala îsal a HRRKê de dê  helbest, çîrok, şano û mûzîk hebin û weke naverok jî piraniya atmosfera festîvalê dê bi pirsa Efrînê ve girêdayî be."

Nivîskar û helbestkarên Rojava operasyona li ser Efrînê ji Sputnik Kurdistanê re nirxandin

Huseynî "Piraniya atmosfera Festîvala Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê dê li ser pirsa Efrînê û trajediya xelkê Efrînê ve girêdayî be. Ji xwe dirûşmeya festîvalê jî ‘em hemû efrînî ne'. Sazî û dezgehên rewşenbîrên Kobanî vexwendî ne û her yek ji wan dê 3-4 deqîqeyan biaxivin, piştî wê dê daxuyaniya HRRKê were xwendin û paşê jî wê berhem bêne xwendin û mûzîk were îcrakirin."

Herwiha helbestkar Ehmed Huseynî da xuyakirin ku di festîvalê de mûzîk û hindek stranên ku em bibêjin ne yên govendê yên dîlanê lê hinekî watedar û giran bêne îcrakirin û hevxemiya Efrînê û trajediya gelê Efrînê were nîşandan.

Edeb

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.