Nêçîrvan Barzanî: Amerîka wê di pêşerojê de jî bi Kurdistanê re hevkar be

Amerîka mezintirîn konsulusxaneya xwe li Hewlêrê ava dike
کوردستان TV
100%

Li paytexta Kurdistanê li Hewlêrê bi beşdariya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û balyozê  Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman avahiya Konsulusxaneya nû ya Amerîkayê hate avakirin.

Di avakirina konsulusxaneya Amerîkayê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axivî û got ku “Îro avahiyeke mezintir ji bo konsola Amerîkayê li vir ava dibe. Ev îşaretê dide ku Kurdistan ji bo Amerîkayê çi qasî girîng e û di pêşerojê de pêwendiyên Amerîka û Kurdistanê wê berfirehtir bidomin. Em vê gavê pir girîng dibînin.”

Barzanî wiha berdewam kir: Em dixwazin bi Amerîkayê re ji aliyê siyasî, aborî, çandî, zanistî û ticarî ve pêwendiyên xwe zêdetir bikin. Em dixwazin bi Amerîkayê re nêrîneke nû ava bikin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.