Yekemîn rojnama kurdî ku "Kurdistan"e, sala 1898ê ji aliyê malbata Bedirxaniyan ve li koçberiyê, li bajarê Qahîre paytexta Misrê hat weşandin, ev roj li cem Kurdan weke roja Rojnamegerîya Kurdî hat naskirin, her sal weke kevneşopî çalakiyên rojnamegerî, roşenbîrî û wêjeyî li her ciyê Kurd hene tên encam dan.
Herwiha li bîranîna roja rojnamegeriyê rojnamevan, niviskar û kesayetiyên xizmeta peyva Kurdî û dîroka Kurdan kirine tên xelat kirin.
Li bajarê Dihuk jî, weke piraniya bajarên Kurdistanê û Kurdan, çalakiyên pir rengî hebûn, weke panel, seminar û pêşwaziya rojnamevanan li avahiyê sendîka Rojnamevanan, Yekêtiya Nivîskaran û senterên Roşenbîrî hat kirin û ev bîranîn tê pîroz kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin