Hate diyarkirin ku li Moskowê piştî barana gij bahoz rabûye û zarokek jiyana xwe ji dest daye, 17 kes jî birîndar bûne.
Hate ragihandin ku li Moskowê paytexta Rûsyayê piştî barana gij bahoz rabûye û di encamê de jî zarokekê jiyana xwe ji dest da ye û gelek kes jî birîndar bûne.
Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanîn ji ser hesaba xwe yê twittirê peyamek belav kir û tê de destnîşan kir ku di bahozê de zarokekê jiyana xwe ji dest da ye û 12 kes jî birîndar bûne.
Rayedarê departmana tenduristiya paytext ji Sputnikê re axivî û da zanîn ku di bahozê de 17 kes birîndar bûne ku 3 ji wan zarok in û li nexweşxaneyan tên dermankirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin