ETA ji kesûkarên kesên ku di encama çalakiyên çekdarî de hatine kuştin daxwaza lêbûrînê dike.
ETA, ku bo serxwebûna herêma Bask ya Îspanya bi salan têkoşîna çekdarî kir, berî xwe belav bike ser kesên di çalakîyên wan de jiyana xwe ji dest dane lêborîn xwest.
Li gor daxuyaniya ku di çapemenîya Baskan de derketîye, rêxistinê bo kesên ku rola wan ya jixweber di pevçûnan de tune’’ lêborîn xwestiye.
ETA di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku di peyvajoya têkoşîna me ya çekdarî de, ku bi salan e didome, em dizanin ku me gelek zarar da û êş çêkirin. Kesên hatine kuştin û birîndar bûne em bi rêzdarî bi bîr tînin. Jiber rola me ya di êşên li welatê Baskan em lêborînê dixwazin’’
ETA diyar kir ku ew piştgirîyê didin peyvajoya aştîyê ya li herêma Baskan.
Têkoşîna çekdarî ya ETA, ji 40 sal zêdetir dom kir û di pevçûnan de 800 kes hatin kuştin û bi hezaran kesên din jî birîndar bûn.
Li ber e ku ETA, ku bo heft herêmên li bakurê Îspanya û herêmeke li başûrê rojavayê Fransa şerê serxwebûnê dikir, di serê Gulanê de belav bibe.
Hikûmeta Îspanya dîyar kiribû ku ETA ji alîyê siyasî û leşkerî ve têk çûye û negihaştîye ti armanca xwe.
ETA di sala 2010’an de dîyar kiribû ku çalakîyên çekdarî bi dawî kirine û di 2011’an de jî agirbest ragihandibû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin