Rewşa wan başe li nexweşxaneyê ne.
Îro li ser rêya navbera Kerkûk û Silêmanî di encama bûyereke tirafîkê de 5 pêşmerge birîndarbûn û rewşa wan başe û niha li nexweşxaneya Kerkûkê tên dermankirin.
Li gor zaniyariyên berdest, ew her 5 pêşmerge di nava tirimbîlekê de bûne û tirimbîla wan qolpiye û di encam de ew her 5 pêşmerge birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin