Li Iraqê zêdetirî 300 çekdar û endamên DIŞIê bi îdamê û bi sedan endam jî bi zîndana heta hetayî hatin mehkûmkirin.
Ajansa AFP ragihandiye, dadgehên bajarên Bexda û Mûsilê yên Iraqê îro bi sedan endam û çekdarên DIŞIê bi îdam û zîndana heta hetayî mehkûm kirin.
Li gorî agahiyên AFPê, li dadgeha Bexdayê 97 çekdarên biyanî yên DIŞIê bi îdamê û 185 endamên DIŞIê jî bi zîndana heta hetayî hatin mehkûmkirin. Li Mûsilê jî dadgehê fermana mirina 212 çekdarên DIŞIê da û 341 endamên wê rêxistinê jî bi zîndana heta hetayî mehkûm kir.
Hat gotin ku di nav yên ku bi îdamê hatine mehkûmkirin de, gelek jin jî hene ku piraniya wan tirk in.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin