Got ‘bila zarok nemirin’ lê niha ligel zaroka xwe diçe zîndanê

zextên rejîma tirkiyeyê li dijî Kurdan roj biroj zêdetir dibin
کوردستان TV
100%

Mamoste Ayşe Çelîk ji ber  ku gotibû ‘bila zarok nemirin’ beriya niha cezayê salek û sê mehan lê hatibû birîn niha jî biryar e 20ê Nîsanê  ji bo wî cezayê jê re hatiye birrin têkeve zîndanê.

Mamoste Ayşe Çelik di heyama qedexeyên derketina yên li bajarên Bakurê Kurdistanê de ji ber ku bi rêya telefonê beşdarî bernameya Beyaz Show a Kanal Dyê  bû û gotibû “bila zarok nemirin” derbarê wê de doz hatibû vekirin û piştre jî salek û sê mehan ceza lê hatibû birîn.

Daîreya Cezaya 2yemîn a Dadgeha Herêma Stenbolê cezayê Ayşe Çelîk erê kiribû.

Ayşe Çelîk ku beriya 6 mehan zarokek keç anîbû dinê, dê ligel keça xwe Deran heta roja înê (20.04/2018)  ji bo zîndanê bêne şandin.

Mamoste Ayşe Çelîk, di bernameya Beyaz Showê de xwestibû balê bikişîne ser bûyer û qedexeyên li bajarên Bakurê Kurdistanê  û gtibû: “Gelo haya we ji tiştên li rojhilatê welêt (Bakurê Kurdistanê) diqewimin heye ? Tiştên li vê derê diqewimin tên berevajîkirin. Bêdeng neminin. Êdî bibînin, bibihîzin û piştgiriya me bikin. Ez bangî wan mamosteyan dikim ku dest ji xwendekarên xwe berdan e. Gelo hûnê çawa careke dî vegerin û li çavên wan zarokên bêguneh binerin. Guneh e, bila ti kes nemirin, bila zarok nemirin û bila dayik negirîn."

Ayşe Çelik berî têkeve zîndanê ji Rojnameya Cumriyetê re axivî û got: “Niha hestên min tevlîhev in. Ez ji bo keça xwe xemgînim. Alerjiya Deran bi şîr û berhemên şîr hene. Mercên girtîgehê ji bo zarokan gelek xirabe. Ez nizanim em dê çawa li wê derê tendirustiya xwe biparêzin.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.