Wezîrên derve yên 28 dewletên Yekîtiya Ewrûpa (YE), Tirkiye jiber operasyona dijî Efrînê rexne kirin.
Wezîran bi daxuyanîyekê da zanîn ku operasyona Tirkiye ‘’rewşa sîvîlên li herêmê girantir kiriye û niştecihan ji neçarî ji warên xwe koç kirine’’
Wezîrên welatên YE’ê da zanîn ku piştî operasyona Amerîka, Fransa û Brîtanya ya dijî Sûriyê divê peyvajoya aştiyê jinûve were geş kirin.
Di civîna wezîrên derve yên welatên YE’ê de, ku li Luksemburgê li dar ket, rewşa dawî ya Sûrîyê û operasyona leşkerî ya Amerîka, Fransa û Brîtanya hatin nirxandin.
Wezîran di daxuyanîya hevbeş de dîyar kir ku operasyona Tirkiyê, rewşa însanên li bakurê Sûrîyê girantir kiriye.
‘’Jiber operasyonan niştecihên wê herêmê ji cîhên xwe koç kirin. YE, di serî de bo Efrîne, bo rewşa mirovî ya li bakurê rojavayê Sûriyê ketiye fikaran û dîyar dike ku divê saziyên sîvîl demûdest xwe bigêhîjinin wê herêmê’’
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku Tirkîye, Rûsya û Îran, ku garantorên peyvajoya Astana bûn, bo çêkirina herêmên ewle û gêhandina alîkarîya mirovî qels mane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin