Nêçîrvan Barzanî: PDK dixwaze bi hêzeke xort li Bexdayê be

Nêçîrvan Barzanî: PDK ti carî saziş li ser mafên Kurd nekiriye û nake
کوردستان TV
100%

Cîgirê Serokê PDKê beşdariya destpê kirina prosesa propagendeyê kir.

Îro li Hewlêrê partiya demokrata Kurdistanê ( PDK)ê jî weke part aliyên din yên siyasî yên Kurdistanê bo beşdarî kirin di hilbijartinên Îraqê de dest bi prosesa propagendeyê kir.

Di destpêka vê merasima han de Cîgirê Serokê giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku lazime bo parastina destkeftên gelê Kurdistanê û pêgeha destûriya Kurdistanê deng ji lîsteya 184an re were dayîn.

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku lazime xelk bi coşeke mezin beşdariya hilbijartinan bike û dengê xwe bide berbijêrên xwe û got: PDK dixwaze bi hêzeke xort li Bexdayê amade be daku berevanî ji maf û destkeftên gelê Kurdistanê bike.

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku PDK çawe di xebat û şoreşê de bi dilêrî û jêhatî berevanî ji ax û gelê Kurdistanê kiriye vê li ser maseya gotûbêjan jî bi heman awayî berevanî ji destkeftên gelê Kurdistanê bike û heta niha jî kiriye û destkeftên mezin jî bidest xistiye.

Barzanî diyar kir ku PDKê heta niha bi ti awayî saziş li ser mafên Kurdistanê nekiriye vê bi ti awayî neke jiber ku PDK li ser rê û rêbaza Barzaniyê Nemire û ti carî dev ji berevanî kirin ji Kurdistanê ber nade.

Barzanî herwiha anî ziman ku PDK bi ti awayî naxwaze bi tenê yek roj jî li Kurdistanê de şer hebe belku dixwaze Kurdistaneke tena û aram û jiyaneke aştiyane û asûde bo xelkê dabîn bike.

Nêçîrvan Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku eger di bûyerên vê dawî de PDK nebûbaya ya ne jiber PDKê bûba, vê kesî nizanîba ka gelo çi bi ser Kurdistanê tê. Eger Îraq herwisa berdewam be li ser binpê kirina mafên pêkhateyan vê rastî zirarên mezin were.

Barzanî tekez kir ku hinek kes û alî dibêjin nava partî de cudatî heye û dûbalî û dualîtî heye, tişteke wisa tuneye, di nava PDKê de raman û nêrînên cuda hene jixwe PDK partiyeke demokrate lê balbalînî û dualîtî tuneye û yek Serkirdeyê PDKê heye û em di bin ala Kurdistan û vî Serkirdeyê de bo bidest xistina mafên gelê Kurdistanê dixebitin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.