Îro li Hewlêrê bi merasimeke grseyî prosesa propagendeyê destpê kir.
Piştî ku dohê li Kurdistan hin part û aliyên siyasî yên Kurdistanê bo beşdarî kirin di hilbijartinên parlementoya Îraqê de dest bi propagendeyê kirin, îro jî li Hewlêrê bi amadebûna Cîgirê Serokê giştî yê PDKê, Nêçîrvan Barzanî û hijmareke ji rayedarên din yên PDKê, PDKê jî bi fermî dest bi prosesa propagendeyê kir.
Di merasima îro de Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û piştî vê gotarê jî berbijêrên PDKê ji xelkê ra hatin nasandin û pişt re jî bernameya PDKê hate xwendin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin