Şandeke hikûmeta Kurdistanê li Tirkiyê ye

bo beşdarî kirin di kongreyekê de serdana Tirkiyeyê kiriye
کوردستان TV
100%

Bo beşdarî kirin li kongreyekê çûye Tirkiyeyê.

Şandeke hikûmeta Kurdistanê li bajarê Stenbolê ku wek paytexta aboriya Tirkiyê tê nasîn beşdarî di civîneke aborî ya sê rojî dike û di yekem rojê de jî li gel berpirsên bilind ên hikûmeta Tirkiyê civiyan.

Ev şanda hikûmeta Kurdistanê bi Serokatiya wezîrê plandananê hikûmeta Kurdistanê Dr. Elî Sindî şandeke ve beşdarî li Kongreya Rahijmendiya Global kiriye, ku dê di navbera rojên 16 heta 19ê Nîsanê 2018ê li bajarê Stenbolê birêve biçe.

Li gor daxuyaniya hikûmta Kurdistanê li tenişt kongreyê şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya wezîrê plandananê li gel wezîrê aborî yê Tirkiyê Nîhat Zeybekçî civiyaye û guftûgo derbarê çawaniya pêşxistina peyvendiyên aborî yên di navbera herêma Kurdistanê û beşên din ên Iraqê li gel Tirkiyê kirine.

Herwaha di yekem roja kongrê de, wezîrê plandananê hejmarek civînên din li gel beşdarvanên din ên kongrê pêkanîne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.