Mesrûr Barzanî li gel nivîsgeha hemahengiya ewlekariya Îraqê ya balyozxaneya Amerîkayê civiya.
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê nivîsgeha hemahengiya ewlekariya Îraqê ya balyozxaneya Amerîkayê ya li Îraqê General general Bradley Becker û şandeke pê re kir.
Di civînê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku lazime ji bo bidest xistina aştî û aramiyê, hevûdu qebûl bikin û giftûgoyên raset rast li ser tevahiya kêşeyan bikin.
Di berdewamiya civîna han de pêşhatên dawî yên li deverê, berdewamiya hemahengiya her du aliyan di şerê dijî terorê û pêşde birina hemahengiyên du alî hatin nirxandin û di vê derbarê de Mesrûr barzanî tekez li ser hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên hevpeymanan kir û got: Li gor destûrê pêşmerge hêzeke destûriye û lazime tevahiya pêdiviyên leşkerî û maf û misteheqatên darayî jê re werin dabînkirin.
Derbarê cîhbicîh kirina mafan de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku Kurdistan tevahiya erkên xwe yên destûrî cîhbicîh kiriye lewre li hember vê yekê jî lazime tevahiya mafên destûrî yên Kurdistanê jê werin cîhbicîhkirin.
Di beşeke din ya vê civîna han de behsa li ser mekanîzma birêve birina deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanê û cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra Îraqê hate kirin û bal li ser vê yekê hate kêşandin ku bi çareseriya bingehîn ya kêşeyên heyî dikarin rê li berdem derfeta dubare serhildana tundûtîjî li deverê de were ji navbirin.
Di dawiya civînê de jî general Bradley Becker tekez li ser berdewamiya hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên hevpeymanan kir û rola hêzên pêşmerge di têk birina DIŞIê de jî bi roleke girîng û serekî wesif kir.
Giftûgo kirin li ser hilbijartinan, mekanîzma ji nûve dabîn kirina baweriya navbera pêkhateyan mijarên din yên vê civînê bûn ku giftûgo li ser wan hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin