Bajarekê Kurdistanê dibe paytexta tûrîstî ya Îranê

Ormiye bûye navenda tûrîstî ya Îranê bo sala 2020an
کوردستان TV
100%

Ormiye weke paytexta tûrîstî ya sala 2020an ya Îranê hat destnîşankirin.

Bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê wek paytexta tûrîstî ya sala 2020 ya Îranê hat hilbijartin.

Bajarvanê Ormiyê Mihemed Hezretpûr ragihandiye, bajarê Ormiyê wek paytexta tûrîstî ya sala 2020 ya Îranê hatiye hilbijartin.

Hezretpûr daye zanîn, ew biryar ji aliyê dezgeha mîratên kulturî, karên destî û tûrîstî ya Îranê ve hatiye dayîn.

Bajarvanê Ormiyê daye xuyakirin ku ewê di nav du salên bê de kêmasiyên Ormiyê yên di warê tûrîstî û çandiniyê de çareser bikin û gotiye, helbet tenê ne bajarê Ormiyê lê tevahiya devera Ormiyê dê di çarçoveya wê pilanê de were geşkirin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.