Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier ragihand ku serdana şanda wan bo Başûrê Kurdistanê û civînên wan ligel aliyên siyasî erênî û girîng bûn.
Şanda HDPê çend rojan li Başûrê Kurdistanê ma û di serî de ligel Serok Barzanî û ligel Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û piştre jî ligel aliyên siyasî yên Başûr, civiya.
Yek ji endamên wê şandê, Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier derbarê serdana xwe bo Başûrê Kurdistanê ji malpera PDKê re ragihand: “Di serî de em ligel Serok Barzanî civiyan û piştre ligel tevahiya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, armanc jî ji vê serdanê ew bû ku em nêrîna xwe ji hemû aliyên siyasî re diyar bikin, ji ber ku hevserokên me nû hatibûn hilbijartin.”
Îmam Taşçier wiha got: “Serdana me girîng û erênî bû, me çend mijarên girîng gotûbêj kirin. Armanca me ya sereke yekîtiya Kurdan e û Barzanî jî tekez li ser vê yekê kir û ji me re got, hemû pirsgirêk pêdviya wan bi çareseriya aştiyane heye û divê bi gotûbêjan çareser bibin.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin