Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ji ber koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî bi rêya telefonê sersaxî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re xwest.
Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di peywendiya telefonî de, ji ber koça dawî ya rehmetiyê Dilovan Îdrîs Barzanî, hevxemiya xwe ya ligel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û malbata Barzanî derbirî û hêviya xwe anî ziman ku ev xem û kedera herî dawî be û Xwedayê Mezin wî bi bihuşta xwe şad bike.
Herwiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî ji ber peywendiya telefonî û pêşkêşkirina serxweşiyê spasiya Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu kir.
Dilovan Îdrîs Barzanî roja Duşemê (02.04.18) di 52 saliya xwe de li bajarê Hewlêrê ji ber krîza dil koça dawî kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin