Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Beljikayê li Îraq û Urdinê dike

behsa rewşa Îraqê ya piştî DIŞIê kirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Hendrik van de velde Balyozê Beljikayê li Îraq û Urdinê Hendrik van de velde kir.

Balyozê Beljîka bi navê xwe û hikûmeta welatê xwe sersaxî ji Serokwezîr ji bona koça dawî ya birayî xwest.

Herwiha behsa pirosêsa siyasiya Îraqê, diyaloga navbera hewlêr û Bexdayê ji bo çareser kirina hemû pirsgirêkan, hilbijartinên Îraq û Herêma Kurdistanê û qunaxa piştî DIŞIê kir.

Serokwezîr bi spas kirina vê serdanê û peyama sersaxiyê, kurtiyek derbarê helwesta Herêma Kurdistanê derbarê pirosêsa siyasî û hilbijartinên Îraqê, qunaxa piştî DIŞIê, pirsa penaber û koçberan û çawaniya serederî kirin tevî rewşa niha xiste berçav.

Herwiha behsa reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşve çûna diyaloga tevî Bexdayê kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.