Xetên esmanî yên Qeterê geştên xwe yên ji bo balefirgehên Hewlêr û Silêmaniyê destpê dike.
Li gor daxuyaniya gruba xeta esmanî ya Qeterê rêveberê cîbicîkar ê xeta esmanî ya Qeterê Ekber Bakir ragehandiye, Hewlêr û Silêmaniye du bajarên giring in bo şîrketê û cîhên geştyarî û dîrokî ne, ji ber wê jî heftane dê heft geşt bo her yek ji wan her du balefirgehan pêkbên.
Xeta esmanî ya Qeterê ku yek ji xetên herî baş a balefirvaniya cîhanê ye, ragehand, roja 01.05.2018ê û pê de geştên wan bo balefirgehên navnetewî yên Hewlêr û piştre jî Silêmaniyê destpê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin