Malpera Stratfor ya lêkolînerî ya amerîkî diyar kir ku "operasyona leşkerî ya ihtimal heye Amerîka li Sûriyeyê bide destpêkirin dê berfireh be" û destnîşan kir ku piştî êrîşa kîmyewî ya îdîakirî, Amerîka hevpeymaneke leşkerî li dijî Şamê çêdike."
Malperê duh sêşemê di raporteke xwe de diyar kiribû ku operasyona nû dê tenê bi armanca jêvegerandina Şamê were kirin lê herwiha bi wê armancê were kirin ku "careke din êrîşên kîmyewî" neke".
Li gorî wê raportê, wek çawa di êrîşa yekem a Amerîkayê ya sala 2017an ku li dijî Şiêrata Sûriyeyê de asteng li pêşberî Amerîkayê hebûn, di vê operasyonê de jî dê asteng hebin.
Herwiha derbarê cudahiya di navbera operasyona Şiêratê de û vê operasyona muhtemel de, malper dibêje ku ya pêşî bi bizaveke yekalî hatibû kirin lê tê pêşbînkirin vê carê gelek alî beşdar bibin û bo çend rojan dewam bike.
Rûsyayê bersiva Trumpî da: Divê ew moşek li dijî terorîstan werin bikaranîn
Li gorî îdîayên malperê, ihtimal heye li gek Fransa û Brîtanyayê, sê dewletên erebî jî tev li wê operasyonê bibin û ew jî Qeter, Îmarat û Erebistana Siûdî bin.
Di berdewamiyê de tê gotin ku ihtimal heye, êrîş li hinek armancên leşkerî yên li derdora Şama paytexta Sûriyeyê werin kirin, nexasim baregehên Demîr, Merc Rehîl û Mezeyê.
Li gorî wê raportê li gel van baregehan ihtimal heye ku hinek baregehên din jî bibin armanc wek herêma hêzên moşekî, topxaneyî û navendên fermandariyê lê diyar kir ku dibe, armanckirina Serokê Sûriyeyê Beşar Esad bi awayekî rasterast neyê kirin.
Ji aliyê din ve, malperê diyar kir ku Amerîka gelek baregehên leşkerî yên li herêmê yên xwe û hevpeymanên xwe yên li herêmê bi kar tîne ku baregeha Edîd a hewayî ya Qeterê û baregeha brîtanî ya Qibrisê bi kar tîne û destnîşan kir ku tevgereke zêde ya leşkerî ya zêde li van baregehan heye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin