Hejmara kuştiyên Îranê di êrişa firokeyên Îsraîl li dijî firokexaneyeka Sûriyê de eşkere bû û termên wan jî gihîştin Îranê.
Firokeyên Îsraîl duh firokexaneyeka Sûriyê bi navê “T-4” li nêzîkî bajarê Humsê bordûman kirin. Di encama wê êrişê de komek pasdarên Îranê û serbazên Sûrî hatin kuştin.
Li gorî medyaya Îranê, di wê êrişê de 7 pasdar hatibûn kuştin û termên wan jî ji Sûriyê gihîştin Îranê. Tê gotin ku di nav wan de fermandeyên pilebilind jî hene.
Heta niha Îsraîlê tiştek li ser wê êrişê negotiye lê Rûsya û Îranê ew êriş xistine stûyê Îsraîl.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin