Mesrûr Barzanî û balyozê Rûsyayê behsa prosesa siyasî ya Îraqê kirin.
Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Rûsyayê yê li Bexdayê Maxim Maximov û şandeke pê re kir.
Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Rûsyayê yê li Hewlêrê Victor Simakov jî tê de beşdar bû behsa pêşhatên siyasî û ewlekarî yên li deverê hate kirin û her du alî tekez li ser berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Rûsyayê di tevahiya waran de kir.
Derbarê hewldanên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, balyozê Rûsyayê Maxim Maximov kêfxweşiya xwe bo ber pêş çûna danûstandinên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar kir û hêviya vê yekê xwest ku hilbijartinên Îraq û Kurdistanê bi serkeftî werin meşandin bibin destpêka qonaxeke nû bo çareser kirina tevahiya kêşeyan.
Di berdewamiya civîna han de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî behsa hilbijartin û pêngavên din yên ku pişt re werin avêtin kir û anî ziman ku weke Kurdistan vîtoya wan li ser ti lîst anjî aliyek tuneye.
Mesrûr Barzanî tekez li ser girîngî rêzgirtin û girêdayê bûn bi destûr û hevbeşiya rasteqîn kir û ragihand ku lazime hewl were dayîn bo normal kirina rewşa Îraqê bi awayek ku tevahiya pêkhateyan hest bi aramî û dilniyayî bikin.
Mesrûr Barzanî anî ziman ku xwesteka Kurdistanê pabendbûn, cîhbicîh kirina destûrê weke rê çareya bidest anîna aramiyê ye.
Derbarê şerê dijî terorê de jî Barzanî diyar kir ku hîn jî metirsî û gefên terorîstan li deverê de mane û di wan demên dawî de jî çalakiyên terorîstan li hin deveran zêdetir bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin