Serok Barzanî li gel baylozê Rûsyayê civiya

Serok Barzanî spasiya Rûsyayê dike
سەرۆك بارزانی سوپاسی هەڵوێستی دۆستانە و هاوسەنگ و واقعبینانەی ڕووسیا دەكات
کوردستان TV
100%

Rûsya dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike.

Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Rûsyayê yê li Bexdayê Maxim Maximov û şandeke pê re kir.

Di civînê de balyozê Rûsyayê silavên taybet yê wezîrê derve yê Rûsyayê gehande Serok Barzanî û balkêşande ser têkiliyên dîrokî yên di navbera Rûsya û gelê Kurdistanê û ragihand ku Kurdistan bo Rûsyayê xwedan girîngiyeke taybete û Rûsya dixwaze li gel Kurdistanê tevbigere.

Maxim Maximov herwiha hêvî xwest ku têkiliyên navbera Kurdistan û Rûsyayê werin bihêztir kirin û amadebûna kompaniyên Rûsî bo berfiretir kirina kerta petrolê û warê abûrî de li Kurdistanê de diyar kir.

Maximov jiber parastina mafên mesîhî û pêkhateyên din yên olî û etnîkî spasiya gel û hikûmeta Kurdistanê kir.

Di beşeke din  ya civîna han de Serok Barzanî jî spasiya helwesta dostane, hevseng û waqê bînane ya Rûsyayê a li hember rewşa siyasî û ew metirsiyên ku di nava çend mehên derbasbûyî de rastî Kurdistanê hatibûn, kir û anî ziman ku bihevre jiyan, aştîxwazî û nebûna hesasiyetên olî û mezhebî beşek girîng ji çanda gelê Kurdistanê ne.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.