Li Kerkûkê serkirdeyek nêzîk Ebubekir Bexdadî hate kuştin

destê rastê xelîfeyê DIŞIê bûye
کوردستان TV
100%

Li gor zanyariyên saziyên îstixbarata Iraqê ku îro hatin belav kirin, serkirdeyek wek destî rastê yê Ebubekir Bexdadî û yê navdar ê rêxistina terorîst a  DIŞIê li derdora Kerkûkê hate kuştin.

Sumeriye News ragehand û çavkaniya sparte zanyariyên ewlehiya Iraqê, kesê nêzîk û destê rastê yê Ebubekir Bexdadî, Ebu Welîd El Şîşanî di operasyona hêzên ewlehiya Iraqê ya derdora Kerkûkê hate kuştin. Herwaha derbarê rêveber û serkirdeyên DIŞIê de hin belge û dîkomen bidest ketin.

Herwaha li gor hin zanyariyan di vê operasyona ku li başûrê Kerkûkê 5 çekdarên din ên DIŞIê hatine kuştin ku du ji wan kesan serkirde bûne û hemû çekdarên biyanî yên DIŞIê bûne.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.