Parlamenterekî Kurdistanê behsa hevdîtina parlamenterê HDPê Osman Baydemîr û Serok Barzanî kir û got, Barzanî ji Baydemî re gotiye: “Madem Kurdistan di nav dilê te ye tu jî di nav dilê me de yî!”
Şandeka HDPê bi serokatiya hevseroka wê partiyê Pevîn Bûldan ev çend roj in li Herêma Kurdistanê ye. Şanda HDPê roja 7 vê mehê gihîşt Hewlêrê û heman rojê li Pîrmam bi Serok Barzanî re hevdîtin kir. Yek ji wan kesên ku di hevdîtinê de beşdar bibû, parlamenterê Kurdistanê Omêd Xoşnav bû.
Omêd Xoşnav li ser rûpela xwe ya facebookê nivîsek bi navê “Çima Baydemîr di nav dilê me de ye?” nivîsiye û behsa diyaloga navbera Serok Barzanî û Osman Baydemîr kiriye û gotiye: “Eger Kurdistan di nav dilê te ye piştrast be tu jî di nav dilê me de yî!”
Par zivistanê parlamenterê kurd Osman Baydemîr di parlamentoya Tirkiyê de gotibû, ez parlamenterê Kurdistanê me. Paşê seroka parlamentoyê jê pirsîbû: “Kurdistanê ku ye?!” Baydemîr jî destê xwe danîbû ser dilê xwe û gotibû: “Kurdistanê a di vir de ye!” Ji ber wê yekê Baydemîr hatibû cezakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin