Paralamneterê HDPê Osman Baydemirî di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de bersiv da pirsyara bê gelo çi hest kir, gava dît wêneyê wî yê destê wî li ser dilê wî ye bûye profîla bi hezaran kurdan û got, "ez di dilê xwe de me. Ez welêt im û welat jî dilê min e."
Şandeya HDPê ku duh gihiştibû herêma Kurdistanê û bi rayedarên Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî re civiyan. Herwiha biryar e ku roja duşemê jî serdana bajarê Silêmaniyê bikin.
Paralamneterê HDPê Osman Baydemirî bersiva pirsyara peyamnêrê Sputnik Kurdistanê da bê gelo hesteke çawa bû gava ku li Parlamanetoya Tirkiyeyê destê xwe danî ser sînga xwe û got, "Kurdistan li vir e" û piştî wê, ew wêneyê wî li ser medyaya civakî bû profîlê gelek kurdan li Herêma Kurdistanê û li her herêmeke kurd lê dijîn.
Baydemîrî li ser vê pirsyarê got, "ez di dilê xwe de me. Ez li welêt im û welat jî dilê min e.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin