Di du peyamên cuda de, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletiya Li dijî DIŞIê de Brett McGurk û herwiha balyozê pêştir ê Amerîka yê li Iraqê Zalmay Xelîlzad, serxweşî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirin.
Li gorî malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletiya Li dijî DIŞIê de Brett McGurk ji ber koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî, peyameke sersaxiyê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şandiye û têde hevsozî û hexemiya xwe ya kûr aniye ziman.
Brett McGurk herwiha di peyama xwe de hêviya wê yekê xwastiye, ku ev dawîn xema Serokwezîrê Kurdistanê û malbata Barzanî be û xwedayê mezin di wê dema zehmet de hêz û şiyanê bide wan.
Herwiha di peyameke din de, balyozê pêştir ê Amerîkayê yê li Iraqê û Netewên Yekgirtî, Zalmay Xelîlzad jî serxweşî li serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kiriye.
Zalmay Xelîlzad jî ji ber wefata Dilovan Barzanî hevxemiya xwe li gel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û malbata Barzanî aniye ziman û hêvî kiriye, ku xema ji dest dana Dilovan Barzanî, xema dawî ya malbata Barzanî be.
Dilovan Îdrîs Barzanî birayê Nêçîrvan Barzanî roja Duşemiy 2ê Nîsana 2018ê bi celteya dil di temenê 52 saliyê de li Hewlêrê koça dawî kir.
Şîna Dilovan Barzanî ji roja Sêşemî 3ê Nîsanê ve heta doh Pênşemî 6ê Nîsanê û bo dema 3 rojan birêve çû û bi sedan kesayetên Kurdistanî û Iraqî û herwiha bi hezaran ji welatiyên Kurdistanê têde bedşar bûn.
Herwiha gelek ji serkirde û serokwezîr û wezîrên derve yên welatên herêmî û cîhanî û siyasetvan û kesayetên cîhanî jî peyamên sersaxiyê ji serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û malbata Barzanî re şandin.
Ji welatên herêmî, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, serokwezîrê wî welatî Binalî Yildirim û wezîrê derve yê wî welatî Mevlut Çavuşoglu, ji Îranê wezîrê derve yê wî welatî, ji Iraqê serokomar, serokwezîr û cîgirên wî serxweşî li Nêçîrvan Barzanî kirin.
Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê jî peyameke sersaxiyê ji Nêçîrvan Barzanî re şandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin