Tirkiye: Jibilî Amerîka û Fransayê dibe ku hin welatên din jî bên Minbicê

tirkiye dibêje vê hin welatên din hêzên xwe bişînin minbicê
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim ragihand ku niha hêzên Amerîka û Fransayê li Minbicê hene û dibe ku hinek welatên din jî hêzên xwe bişînin.

Serokwezîrê Tirkiyeyê berî ku biçe Moxolistanê li balafirxaneya Esenboga ya Enqerê bersiva pirsa rojnamevanan da û di derbarê şandina leşkerên Fransa bo Minbicê de axivî û diyar kir ku heta ‘gefa terorê' li ser herêmê hebin, ji paşve venagerin.

Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim berî gera xwe ya bo Mongoliya li balafirxaneya Enqerê bersiva pirsên rojnamegeran da. Yildirim di derbarê Minbicê de ragihand ku piştî Amerîkayê Fransayê jî leşkerên xwe şandine Minbicê û got, ‘ dibe ku hin welatên din jî berê xwe bidin wî bajarî, bajarê Minbicê niha bala gelek welatan dikişîne.’

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû ku piştî Efrîê ew ê berê xwe bidin Minbicê û piştî gefên Tirkiyê liv û tevgera hêêzn hevpeyman û hêzên Kurdî yên li wê deverê zêde bûbû û Fransayê jî leşkerên xwe şandibûn.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.