Rêveberiya Xweser biryara girtina herdu serkirdeyên ENKSê da

Tevdem dibêje xelk ji wan gazindan dike
کوردستان TV
100%

Li Rojavayê Kurdistanê Dozgeriya Giştî di Dadgeha Berevaniya Gel de bi daxuyaniyekê ragihand ku wan biryara girtina Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (Yekitî) û Endamê Komîta Pêwendiyên Derve yê ENKSê Îbrahîm Biro û Endamê Polîtbûroya Yekitî û Endamê Serkirdayetiya Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê Fûad Elîko dane.

Di daxuyaniyê de hatiye îdîakirin ku ev biryar li ser giliya xelkê Efrînê pêk hatiye herwiha hatiye îdîakirin ku destên wan herdu serkirdeyên Yekitî û ENKSê di êrîşa li ser Efrînê de hebû û wan piştevaniya dagîrkirina Efrînê kiriye, ji ber vê yekê jî wan biryara girtina herdu serkirdeyên ENKS daye.

Lêbelê herdu serkirdeyên ENKSê wan îdîa û tometan red dikin û biryarên Rêveberiya Xweser ne rewa û bêbingeh bi nav dikin.

Encûmena Niştimanî Kurdî li SûrIyê (ENKS) jî di derbarê wan tometan de daxuyaniyek belav kiribû û ew îdîa red kiribûn.

Asayîşa Rêveberiya Xweser berî niha jî destûr nedabû ku Îbrahîm Biro derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.