Orban: Emê nasnameya Krîstiyaniya welatê xwe biparêzin

Orban dibêje nasnameya welatê me krîstiyaniye
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Hungarya (Macaristan) Viktor Orban îro înê got ku welatê wî û Polonya şer bikin ku nasnameya Krîstiyan ya welatên xwe biparêzin.

Orban di vekirina peykera bîranîna ketina firokekê de, ku Serokê berê yê Polonya Lech Kaczynski jîyana xwe hinda kiribû, peyîvî.

Orban got: Em bawer in ku Polonyayî û Macarî xwedîyê rêyeke hevbeş, şerekî hevbeş û armanceke hevbeş in: avakirin û berevanîkirina welatên xwe, bi awayê ku ew hez dikin û rast dibînin ... Krîstiyan û bi nirxên netewî.

Orban ku hilbijartina giştî roja Yekşemê li benda wî ye, dubare kir ku Polonya, di şerê xwe yê dijî Brukselê de dikare ji piştgirîya Hungarya piştrast be.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.