Li Amedê 722 karker ji kar hatin derxistin

zextên tirkiye li dijî Kurdan her diçe zêdetir dibin
کوردستان TV
100%

Li şarederiyên Amedê bi hinceta ‘lêpirsîna ewlehiyê' 722 karker ji kar hatin derxistin. Sekreterê Genel-Îşê yê Amedê Hasan Hayri Eroglu got "Tenê derxistina ji kar spartine agahiyên îstixbaratê û bi sedan kes ji kar derxistin. Ne hiqûqî ye, ne edaletî ye û ne jî ûjdanî ye."

Li şarederiyên Amedê ji karderxistina karkeran didome. Hikumetê di çarçoveya Rewşa Awarte de Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ya bi hejmara 696 derxist û bi vê KHKê li Amedê 722 karker ji kar hatin derxistin. Karkerên ku ji kar hatin derxistin endamên sendîkaya Genel-Îşê ya girêdayî DÎSKê ne ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û navçeyên wê dixebitîn. Sekreterê Genel-Îşê yê Amedê Hasan Hayri Eroglu derbarê ji karderxistinan de diyar kir ku di bin navê "lêpirsîna ewlehiyê" de qirkirina herî zêde ya karkeran li Amedê qewimî û diqewime.

Eroglu gotinên rayedarên hikumetê yên derbarê ji bo mafê karkeran de bibîr xist û derxistina ji kar ya karkeran mexdûriyetê pêk tîne, di civakê aramî nîn e û ev pêkanîn ne li gorî rêgezên dewleta civakî ye. Eroglu da zanîn ku derxistina ji kar li dijî hiqûqê ye û got: "Heke tawanbariyeke hevalên me yên karker hebe, yên ku biryara ji karderxistinê bide ne şaredarî ye, dadgeh in. Tenê derxistina ji kar spartine agahiyên îstixbaratê û bi sedan kes ji kar derxistin. Ne hiqûqî ye, ne edaletî ye û ne jî ûjdanî ye."

Eroglu bibîr xist ku berê jî qeyûm zêdetirî hezar û 500 karkeran ji kar derxist û wiha got: "Karker di bin navê ‘lêpirsîna ewlehiyê' de ji kar hatin derxistin. Ji şaredariya mezin 242 karker, ji DÎSKÎyê 76 karker, ji şaredariya Rezanê 255, ji şaredariya Yenîşehîrê 46, ji şaredariya Sûrê 42, ji şaredariya Erxenî 56 û ji şaredariya Hezroyê jî 5 karker ji kar hatin derxistin."

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.