Hat ragihandin ku ji ber topbarana artêşa Tirkiyeyê (TSK) dêriyên Sêmêlka û Pêşxabûrê hatin girtin.
Li gor çavkaniyên herêmî artêşa Tirkiyeyê Zaxoya Herêma Kurdistanê topbaran kir û li gor agahiyan hinek guleyên topê li nêzî deriyên Pêşxabur û Sêmêlkayê ketine û bi awayekî demkî deriyên sînor hatine girtin.
Fermandarê Eniya Rojavayê Dîcleyê Babekir Zebarî jî ragihand ku 10 topên hawanê li deriyên sînor ketine.
Hêjayî gotinê ye ku di demên dawî de artêşa Tirkiyeyê piştî operasyona Efrînê êrişên xwe yên li hemberî Herêma Kurdistanê zêdetir kirine û herî dawî 4 hemwelatiyên kurd ku beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibûn di encama êrişeke hewayî de hatibûn kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin