Hikûmeta Îraqê bêyî rezamendiya Serokkomar projeya bûdceyê cîhbicîh dike.
Piştî ku Serokkomarê Îraqê Fûad Mesûm carek proje bûdceya sala 2018an ya Îraqê yaku ji aliyê hikûmetê ve hatibû amadekirin û li Parlementoyê jî hatibû pejrandin, red kir, îro hikûmeta Îraqê biryar daye ku bêyî rezamendiya Serokkomarê Îraqê vê projeya bûdceyê cîhbicîh bike.
Her îro rojnameya fermî ya Îraqê projeya bûdceya Îraqê bo sala 2018an belav kir û ew jî tê wateya vê yekê ku her çend Serokkomar li dijî ew projeyê bû lê hikûmet ew yek bi cidî wer negirtiye û projeyê cîhbicîh dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin