Hat diyarkirin ku artêşa Amerîkayê depoyeke xwe ya zirxî ya bi qasî 39 tonî ya li Baregeha Încirlikê bi operayonekê neqlê welatekî din kiriye.
Li gorî ajansa tirkî ya bi navê DHAyê Amerîkayê koyteynereke xwe ya depoya çekan ya li Baregeha Încirlikê ya Edeneyê neqlê welatekî din kiriye.
Nehat daxuyandin ku ew koyteyner neqlê kîjan welaetî hatiye kirin.
Hêjayî gotinê ye ku herî dawiyê hatibû gotin ku artêşa Amerîkayê ji bo leşkerên xwe yên li Minbicê û hêzên HSDê piştgiriya hêz û teçhîzatên teqwiyeyê dabû.
Di nûçeya DHAyê de hat ragihandin ku ew koyteyner 39 ton e û dirêjahiya wê bi qasî 15 metroyan e. Hat gotin ku ew koyteynera vala ji ber zêde bû hatiye şandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin