Komîsyona Bilinda Hilbijartinan a Iraqê dema destpêkirina propagandayên hilbijartinê li Iraqê û Herêma Kurdistanê diyar kir.
Cîgirê Serokê Komîsyona Bilinda Hilbijartinan a Iraqê, Rizgar Hacî Heme îro Duşemî 2ê Nîsana 2018ê di daxuyaniyekê de ragihand, ku proseya propganadayên hilbijartinên giştî yên Iraqê dê di roja 14ê Nîsanê de li seranserê Iraqê, ji bilî Herêma Kurdistanê dest pê bike.
Cîgirê Serokê Komîsyona Bilinda Hilbijartinan a Iraqê herwiha diyar kir, li parêzgehên Herêma Kurdistanê ciyawaz li beşên din ên Iraqê, propagandayên hilbijartinê dê ji roja 15ê Nîsanê ve dets pê bike.
Bi gotina Rizgar Hacî Heme, ji ber ku 14ê Nîsanê salvegera komkujiya Enfalê ye, roja destpêkirina propafanayên hilbijartinê li Herêma Kurdistanê rojek hatiye bipaşxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin