Mîrê Êzdiyan li Kurdistan, Iraq û cîhanê, Mîr Tehîsn Seîd Elî ji ber wefa Dilovan Barzanî, peyameke sersaxiyê ji Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand.
Peyama Mîrê êzidiyan bi vî awayî ye:
“Bi xemgîniyeke mezin me nûçeya koça dawiyê ya xwedêlêxweşbû Dilovan Idrîs Barzanî vê sibehê bihîst ku ji ber celteya dil di 52 saliya xwe de, jiyana xwe ji dest da.
Bi vê boneya xemgîn, em sersaxiyê ji xwe û ji serok Barzanî re dixwazin ku biraziyê wî koça dawiyê kir, di heman demê de em sersaxiyê ji birêz Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dixwazin ku birayê wî koça dawiyê kir û em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê bi tevahî re dixwazin.
Xwedêjêrazî yek ji kesayetiyên civakî yên mezin bû li Kurdistanê, roleke wî ya berfireh di xurtkirina têkiliyên civakî di navbera tevahiya pêkhateyên Kurdistanê de hebû, em jî hevxemiya xwe bi wan re nîşan didin û daxwazê ji xwedayê mezin dikin, ku wî bi dilovaniya xwe şad bike û cihê wî buhuşt be û sebr û hedarê bide kesûkarên wî”.
Mîr Tehîsn Seîd Elî - Mîrê Êzdiyan li Kurdistan, Iraq û cîhanê
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin