DIŞI li Kerkûkê kiriyarên xwe zêdetir dike

hêzên ewlekarî nikarên ewlekariya bajarê biparêzin
کوردستان TV
100%

Hêzên Îraqî nikarên ewlekariya bajêr biparêzin.

Di vê derbarê de Peyvdarê asayîşa Kerkûkê Ferhad Heme Elî ji Kurdistantvê re ragehand ku ew demeke ku çekdarên DIŞIê kiriyarên xwe yên çekdarî û terorîstî li Kerkûk û derdorê zêdetir kirine.

Ferhad Heme Elî herwiha diyar kir ku niha tirsa vê yekê heye ku ew kiriyarên DIŞIê hîn zêdetir bibin û rewşa ewlekariya Kerkûk û derdorê bi yekcarî têk biçe.

Heme Elî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku hêzên ewlekarî û leşkerî yên Îraqê nikarên ku asayîş û ewlekariya Kerkûk û derdorê biparêzin jiber ku ew deverê nas nakin û ti kesek jî ne amadeye di warê îstîxbaratî de zaniyarî pêşkêşî wan bike.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.