HUDA-PAR: Kurd ji AK Partiyê aciz in

partiyên kurdî yên ser bi AKPê jî dilgiranin
کوردستان TV
100%

 Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu diyar kir ku Kurd ji nêzîkbûna AK Partî û MHPê gelek aciz bûne û lewma tifaqa AK Partî û MHPê ne mimkun e ku ji sedî 50 derbas bike.

HUDA-PARê di referanduma guhertina destûra bingehîn de banga “erê” li alîgirên xwe kiribû û bi vî awayî ligel AK Partiyê di heman bereyê de cih girtibû. HUDA-PAR niha jî rêxneyên tund li AK Partî û hikûmeta wê dike.

Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu beşdarî bernameya kanala KRT Haberê bû û derbarê tifaqa AK Partî û MHPê de axifî.

Zekeriya Yapicioglu diyar kir, ku Kurd ji hevpeymaniya AK Partî û MHP dilgiran bûne û got: “Beşeke mezin a Kurdan ji tirsa dengê xwe dernaxin û xwe bêdeng dikin û nawêre nêrînên xwe bînin ziman.”

Yapicioglu, da zanîn ku berî çend rojan dikandarekî Kurd, ji parlamenterekî AK Partiyê re gotiye: “Ez dengê xwe û mafê xwe li we helal nakim.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Yapicioglu wiha got: “Kurd ji gotinên AK Partiyê aciz bûne. Kurd ji gotinên nijadperesî yên AK Partiyê û bi nêzîkbûna wê ya ligel MHPê re gelek dilgiran bûne. Eger hikûmet here ser rêya MHPê wê demê debaskirina ji sedî 50+1 dibe xewn. Dengekî cidî yê Kurdan heye û eger AK Partî dengê Kurdan ji dest bide, ne mimkun e ku ji sedî 50 derbas bike.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.