Dewleta Tirkiyê piştî ku navçeya Efrînê ji YPGê girt bi awayekî bilez dest bi guherandina demografiya wê kir û Ereban û Tirkmenan tîne şûna Kurdan.
Li gorî çavkaniyên deverên cuda cuda pêvajoya guhertina demografî bi cidî dest pê kiriye.
Roja şemiyê, 50 malbatên ku ji Xûtaya Rojhilat ji bo Idlîbê hatibûn veguhestin gihîştin bajarokê Cindirêsê li rojavayê bajarê Efrînê.
15 malbatên Ereb li gundê Qitmê li rojhilatê Efrînê ku beşek ji nişteciyên wî Kurdên Êzidî ne hatine bicîkirin.
Herwiha hejmarek malbatên Ereb li nav bajarê Efrînê bi xwe jî di nav çend yekîneyên niştecîbûnê de hatine bicîkirin.
Li gundê Kaxurê yê ser bi bajarokê Mabata ve 3ê malbatên Ereb hatine bicîkirin.
Li devera Reco jî, malbatên çekdarên muxalefetê li gundê meydan Ikbisê û çend malên ereb li gundê mosaka hatine bicîkirin.
Li herdu gundê Qurnê ser bi Bilbilê ve û Bsûfanê li devera Şêrawa, malbatên çekdarên Tirkmenên ku xelkê Ezazê ne hatine bicîkirin.
Ji aliyekî din ve, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, rêgiriyê li vegera xelkê çend bajarok û gundên Herêmê dikin.
Çavkaniyeke taybet ji herêmê da zanîn ku grûbên çekdar rêgiriyê li vegera xelkê bajarokê Şiyê û gundên Qermiliq, Sinarê, Anqelê, Hêkicê, Meraniyê, Kefersefrê dikin.
Heman dema ku xelkê Herêma Efrînê li bendî vegera li ser mal û milkê xwe ne û di rewşeke pir xirab de li çolê û bi rojan li ser rêbendan û rêyên vegerê li ber sir û sermayê dimînin, Xelkê biyanî di nava malên wan de û li ser cih û warê wan tên bicîkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin