Hikûmeta Tirkiyê roja Çarşemê dest danabû ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û 9 xebatkarên wê desteser kiribû.
Bi girtina Ozgurlukçu Demokrasî, Çapxaneya Gun jî hatibû daxistin.
Bi girtina wê çapxanê, îro jî rojnameya bi zimanê Kurdî, Welat nehat çap kirin jiber ku li Tirkiyê ti çapxane naxwaze Welat çap bike.
Rêvebirê Însiyatîfa Rojnamevanên Azad, Haqi Bolqan derheqa destdanîna ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî dibêje ku hikûmeta desthilatdar dixwaze medya muxalîf ji binî ve nehêle."
“Cara yekê ye ser rojnameyeke Kurdî, bi biryara dadgehê qayum tê tayîn kirin, lê ew weke mal û milkê bavê xwe dibînin weke malê talanê."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin