Nêçîrvan Barzanî û Ján Kubiš tekezî li ser diyaloga navbera Hewlêr û Bexda dikin

Serokwezîr û Jan Kubis behsa rewşa Kurdistan û Îraqê kir
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê li gel nunerê Sekreterê NY yê li Îraqê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê NY yê bo Îraqê Ján Kubiš kir.

Di destpêka civînê de Ján Kubiš kêfxweşiya xwe ya li hember pêngavên erênî yên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de bo çareser kirina kêşeyên heyî tên avêtin diyar kir û hêvî xwest ku bi mebesta çareser kirina kêşeyan diyalogeke cidîtir were meşandin û diyar kir ku NY jî di vê çarçoveyê de amadeye alîkariya her du aliyan bike.

Kubiš di berdewamiya axaftinên xwe de behsa hewldanên NY yên li gel aliyên siyasî yên Îraqê yên bi mebesta afirandina rewşeke baş bo hilbijartinên Îraqê bo Serokwezîrê Kurdistanê kir û piştgîriya NY bo têkiliyên navbera Hewlêr û Bexda û hilbijartinên Kurdistanê diyar kir.

Di berdewamiya civînê de Nêçîrvan Barzanî jî spasiya Ján Kubiš kir jiber hewldanên xwe yên bo destpê kirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê û got: Beşdariya aliyên siyasî yên Kurdî di civîna dohê ya aliyên siyasî yên Îraqê de belgeya piştgîrî kirina Kurd e ji  prosesa siyasiya Îraqê.

Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa lidar xistina hilbijartinên Kurdistanê di dema diyar kirî de kir û balkêşande ser rewşa awareyên li Kurdistanê kir û anî ziman ku beşek ji wan awareyan vegeriyane cêyên xwe lê jiber nebûn aramî û xizmetgozariyan dubare wegeriyane Kurdistanê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.