Wezîrê darayî û aborî Rêbaz Hemlan di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehan ku naha herêma Kurdistanê rojane 300 heta 320 hezar bermîlên neftê rêdike derve.
Herwaha got, nirxê nefta Kurdistanê 10 dolar ji nirxê cîhanî kêmtir e.
Rêbaz Hemlan got, naha şandeke hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê ye û li gel berpirsên payebilind ên Iraqê guftûgo derbarê beşa budceya herêma Kurdistanê li budceya giştî ya Iraqê ya sala 2018ê dike.
Rêbaz Hemlan derbarê mûçe û kêmkirina mûçeyên fermanberên Kurdistanê de jî got, hikûmeta herêma Kurdistanê pişte xwe bi wî dahatî ve girêdaye ku destverdanê lê bike, ku eger ji Bexda ve bigehe Hewlêrê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin