Qasim Şeşo: Hêzên Iraqî ji çiyayê Şingalê vekişiyan

dohê pêşmerge nehêlabû bikevin mezarê
کوردستان TV
100%

Fermandeyê Pêşmerge li ser çiyayê Şingalê Qasim Şeşo ragihand, hêzên Iraqî yên ku dora mezargeha Şerfedîn girtibûn, paşde vekişiyan.

Fermandeyê Pêşmerge li ser çiyayê Şingalê Qasim Şeşo ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, piştî ku hêzên PKKê hinek deverên Şingalê teslîmî hêzên Iraqî kirin, hêzên Iraqî û Heşda Şebî xwastin derbasî ser çiyayê Şingalê bibin û mezargeha Şerfedîn jî bigirin lê hêzên Pêşmerge pêşiya wan girtin.

Qasim Şeşo daye zanîn, hêzên Iraqî piştî ku dîtin Pêşmerge li ser parastina mezargehê rijd e, neçar man paşde vekişin.

Wî fermandeyê Pêşmerge daye xuyakirin ku ew ti carî nahêlin cihên pîroz yên êzîdiyan bikeve destê Heşda Şebî û gotiye, divê Heşda Şebî jî mîna PKKê ji Şingalê derkeve.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.