Li Venezuela serhildan: 68 kes hatin kuştin

hîn jî pevçûn didome û tê gotin hijmara kuştiyan zêdetir bûye
کوردستان TV
100%

Hat îdakirin ku li Venezuelayê, li navendeke polîsan yekî mehkûm bi sîlehê polîsek birîndar kiriye û piştî vê geşedanê, mehkûman îsyan kirin û di şer û gengeşiyê de tevî zarok û pîrekan jî 68 kes hatine kuştin.

Li ser sebeba serhildanê, ji aliyê fermî hê daxuyaniyek nehatiye kirin. Serhildan li paytexta Eyaleta Carabobo li Valenciayê çêbû.

Di nava vê gengeşiyê de merivên mehkûman hatin ki derbarê mehkûman de agahdar bibin, lê di navbera wan û polîsan de şer derket û hêdî hêdî belav bû. Li dijî sivîlan, polîsan xaza îsotan bi kar anî. Di encamê de herî kêm 68 kes hatine kuştin.

Ji ber ku li vî welatî hepisxane zêde tijî ne, gelek caran bûyerên wiha diqewimin û polîs çare jê nakin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.