Kurdistan û Fîlîpîn têkiliyên xwe berfiretir dikin

Mesrûr Barzanî dibêje Fîlîpîn xwedan pêgeheke girînge
کوردستان TV
100%

 

Mesrûr Barzanî li gel Organîzatorê karûbarên balyozxaneya Fîlîpînê li Bexdayê civiya.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Organîzatorê karûbarên balyozxaneya Fîlîpînê ya li Bexdayê Almir Katu kir.

Di civînê de her du alî behsa çawetiya pêşde birin û bihêztir kirina têkiliyên Kurdistan û Fîlîpînê kirin.

Her di vê civînê de Almir Katu pesna rola Kurdistanê di şerê dijî tundrewiyê li deverê de da û got: Aramî û ewlekariya baş taybetmendiyeke gelek girîng ya Kurdistanê ye û herwiha faktereke serekiye bo dubare vejandinê di her warekê de.

Katu di berdewamiya axaftinên xwe de behsa çanda lêbûrîn û pir rêz ya gelê Kurdistanê kir û jiber nizîkatiyên baş yên Kurdistanê li gel welatiyên Fîlîpînê spasiya Kurdistanê kir.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku Fîlîpîn dixwaze di her warekê de têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê bihêztir bike û hêvî xwest ku di demeke nêz de asta wan têkiliyan pêşdeçûnên zêdetir bi xwe ve bibîne.

Di dawiya civînê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê  Mesrûr Barzanî jî behsa girîngiya pêgeha Fîlîpînê weke welatek ku xwedanê karînên însanî yên bihêze û hêvî xwest di pêşerojeke nêz de asta hevkarî û hemahengiya navbera Kurdistan û Fîlîpînê bigehêje ew asta ku her du alî dixwazin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.