Serokwezîrê Kurdistanê dibêje em qebûl nakin ti hêzek ji Kurdistanê êrîşî ser Tirkiye ya her welateke din bike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hişyarî da PKKê û ragihand, ew qebûl nakin ti hêzek li nav Herêma Kurdistanê ve êrişî Tirkiye, Îran yan jî Sûriyê bike.
Nêçîrvan Barzanî, piştî civîna li ser mûçeyê karmendan, derket pêşberî rojnamevanan. Nêçîrvan Barzanî li ser kirîza hebûna hêzên PKKê li Başûrê Kurdistanê û gefên Tirkiyê yên li ser Başûr got: “Em bi ti awayî qebûl nakin ku hêzek ji nav Herêma Kurdistanê ve êrişî welatên cîran, çi Tirkiye çi Îran be yan jî Sûriyê bike.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir: “Bi ti awayî ne mentiqî ye ku hêzek ji nav axa Herêma Kurdistanê biçe û li Tirkiyê êrişan bike û careke din vegere Herêma Kurdistanê, ev yek nayê qebûlkirin.”
Derbarê mûçeyên karmend û fermanberan de jîSerokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, di demek nêzîk de êdî sîstema kêmkirina mûçeyê karmendan namîne û mûçe dê bi temamî were dayîn.
Encumena Wezîran ya Kurdistanê îro li ser mijara mûçe civiya. Piştî civînê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser civînê agahî da û bersiv da pirsên rojnamevanan.
Nêçîrvan Barzanî ragihand, di civînê de biryarên girîng dane û got, ez dikarim bêjim di demek nêzîk de êdî sîstema kêmkirina mûçe namîne û dê mûçeyê karmendan bi temamî were dayîn.
Serokwezîr Barzanî her wiha got, ew mûçeyê ku ji 400 hezar dînarî kêmtir bin dê wek xwe bê dayîn û nayê kêmkirin.
Ji ber kirîza darayî, ev çend sal in hikûmeta Kurdistanê nikare mûçeyê karmendan bi temamî bide ji ber wê jî beşek ji mûçeyê karmendan kêm dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin